Sanatçı | Berfin Aktay |
Albüm | Le Ciwane (2020) |
Şarkı | Le Le Ciwane |
Hit | 224 indirme |
Haftalık Hit | 2 Haftalık indirme. |
Boyut | 6.28 MB |
Tarih | 18 Mayıs 2020 , Pazartesi günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 2 puan. 1 kişi puan verdi. |
Feryad û sed ax û eman,
Ez ketime ber êş û bela
Heyfa evî emrê ciwan,
Min daye ber derd û kula
Derda di dil min dane şax,
Nîsan li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî,
Hişkbûne hewdê sorgula ...
Hişkbûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet lê neman
Îro ji wî baxê bilind
Awaz û dengê bilbilan
Şalûl û bilbil û qaqlîbaz
Qumrî û quling, şahîn û baz
Tev jê firîn derketine der
Ma warê bûm û qertelan
Helbest: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Mihemed Şêxo