Dengbej Şakiro Dilber Mp3 indir

Dengbej Şakiro Dengbej Şakiro Arşiv
Sanatçı Dengbej Şakiro
Albüm Dengbej Şakiro Arşiv
Şarkı Dilber
Hit 1173 indirme
Haftalık Hit 0 Haftalık indirme.
Boyut 3.72 MB
Tarih 28 Eylül 2019 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 9 puan. 8 kişi puan verdi.
Dilber Yorumları.
Dilber indir ve şarkı sözü.

Dilber gelo min ji tera nego nesekine li ser xênî ,ser kulekê
Ax liminê lê neke tarî
ax liminê dilber
tew zalimê mi çi go?..

Lê lê sebrê gelo vê sibingê mal xirabê kesek tune ji kotîyê mêra ra bibêje
porteqal ji xizim ve mina taxima sing û berê dilberamina? ...
Bê Gidyê lê gul dibarî,
ax liminê dilber .
tew zalimê mi çi go?..

Ezê rabim ji bona ramîsanekî li kêleka bejna zirav sekinîm.
ax dikime fixan oy oy oy
Bê liminê lê dikim zarî
Ax liminê dilber ,
tew zalimê mi çi go?..
Eman eman eman bê dilbîlmezê mi çi go axayy

Dîlber gelo ve sibingê mal xirabê tu serê xwe bişo
Bê temîya min li te be tu avê ...
Bê gîdyê lê tucar nerêj.
Ax liminê Dîlber
tew zalimê mi çi go?..

Hela rabin vê sibingê şê û şêbiskê dişê tûncika narincî
bi ser suretê sor î sosinê da ber de ...
Ax dîlbilmezê lo kin û dirêj ,
ax liminê gidîyê
tew zalimê mi çi go?..

Sebrê gelo ji gavê din da ji tima mijûl bûne
Ew xebera mi j'tera gotîye
Tucara ji tukesîkî ra
bê zalimê lê dîsa nebêj.
Ax liminê Dîlber ,
tew zalimê mi çi go?..
Eman eman eman dilber ,
bê dîlbilmezê mi çi go?..

Dîlber gelo vê sibingê mal xirabê mi j'tera nego
Tu serê xwe bişo
Bê zalimê lê ca diberda
ax liminê gidîyê
Bê dîlbilmezê mi çi go?..

Hela rabe şê û şêbiskê dişê jorda mal xirabê berde.
Bi ser singê....
bê dîlbilmezê lê sor û zer da..
Ax liminê gidîyê .,
bê dîlbilmezê mi çi go..?

Di go: Kuro êtîmo tu rabê ramîsanekî li mi keremke ..
Kotîyê mira nehatî hê ji derda
Te dikuje ... Ax zelime lo mi bi serda
Ax liminê ... Dîlber
tew zalimê mi çi go
Eman eman neman dilber
bê dil bikulê mi çi go?...