Dengbej Şakiro Lo Axayo Mp3 indir

Dengbej Şakiro Dengbej Şakiro Arşiv
Sanatçı Dengbej Şakiro
Albüm Dengbej Şakiro Arşiv
Şarkı Lo Axayo
Hit 1130 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 5.19 MB
Tarih 28 Eylül 2019 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 14 kişi puan verdi.
Lo Axayo Yorumları.
Lo Axayo indir ve şarkı sözü.

Lo axawooo! Lo lo maqûlo Bi diyarî Cemalwêrdiyê ketim--.
tu bala xwe bidê helehelê lawî bavan, qirçîna Çapiliya û Martiliyên (cureyên tivingan), tivinga destê Seyidxan malê Romê ye,
barûda xwe dirêje, gulê xwe xweş davêje. Heçî dîwana egîdên mala bavê min tê de rûnîştîbe, bila kes rûnenê xeberên kin û dirêj nebêje!

Heçî dîwana egîdên mala bavê min tê de rûnîştîbe, bila kes rûnenê xeberên kin û dirêj nebêje!
Teyfîq bi sê dengan bang dikir, go "Seyidxan mala te xera be, helehel e. Ez heme bavê Salih, berxê mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat,
ne ez birayê te me; mi' bi telaqê jinberdanê sond xwariye. Li devê Mûradê fîşeg avêtiye devê Çapiliyê.
Gelo vê sivingê Cemal dibê " ez ê mêran bikujim." Fenanî miya ku berxa xwe winda 'ke, dê weledê milê xwe bavêje.



Hele danê hele danê egîdên mala bavê min (nemayê) hele danê...
Ez ji te re sond bixwim, sonda qesemê bi navê Qur'anê; berxê mala bavê min bêhna barûdê hildane.
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê, heya mêran nekujin bi selametî ranabin ji 'eresa vê meydanê.
Lo Axayoooo! Lo lo maqûlo *****. Sibe ye, Seyidxan derketiye banê qesrê, bi sê dengê bang kir:
“Sidîqê Hecî Mistefa Begê, di bextê gora bavê te ketime! Pêşiya firarê me berde;
gidî firar gune ne bila derbas bin herin.
Ey malmîrat! Tu nizanî çend salên me temam bûn,
hikûmata Cimhûriyetê li sirgûnkirina çolix û çocix û li birrîna serê me digere.”

Sidîqê Hecî Mistefa Begê digo “welle nabe bille nabe!
Min bi serê Şêx Badînê ‘erdê Dignûkê sond xwariye tu car nabe!
Heya li dinyayê sax û selamet bim, firarê Seyidan û Berazan nayên bi selametî di ser mi’ re derbas nabin.”
Rabeeeeee! Teyfo bi sê dengan bang kir, go "Seyidxan mala te xera be, helehel e.
Ez heme bavê Salih, berxê mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat, ne ez birayê te me; mi' bi telaqê jinberdanê sond xwariye.
Li devê Mûradê fîşeg avêtiye devê Çapiliyê.
***Cemal dibê "Gerek ez ê mêran bikujim.”
Ez ji te re sond bixwim fenanî miya ku berxa xwe winda 'ke, gidî dê li weledê milê xwe bigere.”
Hey malmîrat! Ji şerefa mala me re ‘eyb e;
li ber xelkê tu negere. Tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê,
ez ji te re sond bixwim bi telaqê jinberdanê; bi saxî û selametî bi ser çolix û çocixên xwe de venagere.

Hele danê hele danê egîdên mala bavê min (nemayê) hele danê...
Ez ji te re sond bixwim, sonda qesemê bi navê Qur'anê;
berxê mala bavê min gulîbirê bêhna barûdê hildane.
Sond xwarine bi telaqê jinberdanê, heya mêran nekujin bi selametî ranabin ji 'eresa vê meydanê.

Lo axayoooo! Lo lo maqûlo ******* Sibe ye Musa beg derketî(ye) banê qesrê bi sê dengan bang kirî,
Sidîqê Hecî Mistefa Begê, di bextê gora bavê te ketime,
serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir; hela bala xwe bidê helehel e,
lawê bavan, qêvçiniyê Çapiliyan û Martêliyan, firarê Seyîdan û Berazan bi nimêja sibê re gund hilanî.
Agirê kulê bikeva mala xelkê Intabê(Tutak),
li ser serê mala egîdê bavê min nemayê, ji êvar de agir dadan kirin kafiristanî.

Rabeeeeee! Teyfo bi sê dengan bang kir,
go "Seyidxan mala te xera be, helehel e.
Ez heme bavê Salih, berxê mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat,
ne ez birayê te me; mi' bi telaqê jinberdanê sond xwariye.
Li devê Mûradê fîşeg avêtiye devê Çapiliyê.
***Cemal bê ez Sidîqê Hecî Mistefa Begê, Mûsa begê tevî Mehmê begê komên xulaman bikujim.
Li qarşî çolix û çoçixên wan çek û sîlehên wan ji destan bistînim bi mêranî.
Xelk bizanibe lawê bavan hebûn lê piştî xirabiya xelkê, ji bîr nekir heyfa xwe hilanî.
Hele danê hele danê egîdên mala bavê min (nemayê) hele danê...
Ez ji te re sond bixwim, sonda qesemê bi navê Qur'anê; berxê mala bavê min gulîbirê bi dil û canê xwe guven in
. Sond xwarine bi telaqê jinberdanê, heya mêran nekujin bi selametî ranabin ji 'eresa vê meydanê.