Sanatçı | Hozan Cane |
Albüm | Dilana Dila (2013) |
Şarkı | Le Le Daye |
Hit | 1583 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 5.11 MB |
Tarih | 7 Nisan 2019 , Pazar günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 9 puan. 7 kişi puan verdi. |
Ay de bê... lê dayê...
Rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje de bêje...
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê...
Sal nodûçar sîhê gulanê,
Heyjde rêhevalên xweşmêr, şoreşgerên Kurdistanê,
Li deşta şewitîya Ezirganê,
Li çemê Sansarê ax de tu xerabî mal wêranê.
Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê
Harin çember girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan, çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gulan û bombane.
Ax de bêje dayê... rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.