Sanatçı | Seyidxan Sevinç |
Albüm | Nazik u Şeng (2021) |
Şarkı | Nazik u Şeng |
Hit | 50 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 2.76 MB |
Tarih | 22 Ocak 2021 , Cuma günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 10 puan. 5 kişi puan verdi. |
Zerîfî nazikî şengî
Sifethûrî perîrengî
Bi rojê re tu hevdengî
Du reştûzên siyehyengî
Kişandin lê ne wek caran
Xedengên qewsê nûbaran
Ji rengên şîr û mûkaran
Reşandin sîne wek baran
Veke carek xet û xalan
Li ser wan mesned û palan
Bixwîne li me ebdalan
Bibînin îd û sersalan
Îcazet dî me destûrê
Perîrengê sifethûrê
Ji nêva zulmet û nûrê
Binoşin mey di ferfûrê