Sanatçı | Xem |
Albüm | Bıyan (2020) |
Şarkı | Biyan |
Hit | 58 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 2.51 MB |
Tarih | 10 Haziran 2020 , Çarşamba günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 0 puan. 0 kişi puan verdi. |
Ji her alîyên min pel diweşin ez hinek serxweşim
Xewnên kûr rêyên dûr dibînim û dimeşim
Dûr ketim ji vê jîyanê sar dibim acis dibim
Çî bikim nizanim derketinek nabînim
Xwezî baranek bibare jana dil paqij ke
Xwezî piştî her bahozan roj derkeve
Li vê jîyanê tu tenê yî kesê te tûne
Rastî ev e mixabın birako xwe ne xapîne
Ez digerim bajar bajar
Demsal payîz bû nema bihar
Girane barê evîndar
Xewnên min bûn par û par
Rêya min gelek dûr bû
Çiqas diçum hewqas kûr bû
Rengê jîyan tarî bû
Dengê hawara min belav bû
Carna girtîne hemû derî
Tenê rêya mirinê vekirî
Êş û jan serî hata binî
Nikarim bêjim xwe negrî, negrî, negrî
Nikarim bêjim xwe negrî
Bila ne xema te be li ber kesî nekeve
Li paşeroj nemîne li pêşa xwe binêre
Hayfa te bijî li gorî dilê xwe efu neke
Îro aniha û sibê ev jîyan careke
Jîyan çiqas şêrîn be mirin jî hewqas tahle
Bireve nesekine erê evînî kul û derde
Dem diçe emir diçe lê xem naçe
Ku dil şikestî be jîyan bê tahme
Ev jîyan çiqas dijwar
Ez tu car nebûm baxtewar
Li dilê min gelek bar
Mejîyê min maye neçar